Kitap Hakkında

Romana Erebe Şemo ya bi nave “Hopo”, ku li jer bandora şoreşeke mezin, Şoreşa Sovyete, behsa guherin ü veguherina pergala Kurdan a abori, civaki ü siyasi dike. Di ve reya legerina Kurdan bo peydakirina romane de nimüneyek e ku dive bi kemasi ü zedeyiyen xwe were naskirin ü xwendin, bi her hale xwe ve ji me re bibe pal ü pişt.

Di romana “Hopo”ye de, niviskare me ye gewre Erebe Şemo bale dikişine ser jiyana Kurdan a di bin siwana hikimdariya Sovyete de, nemaze jiyana di nava kolxozan de. Erebe Şemo bi zimaneki sade ü rewan kitekiten jiyana kolxozan li ber çavan radixe, weneye tekoşina li diji derebegiye dikişine ü raberi me dike.

Di vegotina büyeran ü şirovekirina kitekiten atmosfera jiyana kolxozan de, Erebe Şemo ye hosta xwe dispere Kurdiyeke folklorik ku nezi giyane civaka Kurd a Sovyeti ye. Ev yek ji herikbariyeke nediti li xwendina romane bar dike ü dihele xwiner zü bi zü di nav rüne gotinen nezi dil de be bişaftin.

Weşanxaneya Lise ku bareki ev çend giran hildaye ser milen xwe, valabüna wareki ditiye ü dest avetiye berhevkirin ü çapkirina pareke mirateya Kurdan a niviski, bi reza van pirtükan bere xwe dide asoyeke berfirehtir ü işaret bi plan ü nexşeyine din en behtir gerdüni dike.

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    4 / 2016
  • Yayınlanma Sayısı
    2
  • Sayfa sayısı
    276
  • Ağırlık
    264
  • Boyutlar
    14 x 20
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9789756179352
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç