Kitap Hakkında

Ev roman jiyana gundiyan, êş û elemên wan wek neynikekê raberî me dike.
Roman bi zimanekî rewan û têra xwe bi biwêj û gotinên pêşiyan hatiye xemilandin. Nivîskar civaka ku qal dike baş nas dike. Dilxirabî, fesadî û neyariya hinek kesan, xîret û îffetparastina jina Kurd û axiriya kesên dilxirab di romanê de cih digrin.
Jinek egîta vê romanê ye. Ewê jinê bi serbilindî sînga xwe ji hemû êş û janên demê re vekiriye û bûye şêrejineke bêhemta. Gelek tehde, zilm, zordarî û heqaret dîtibin jî, tu carê serê xwe xwar nekiriye û bûye parêzvana rûmet û kelepora civaka xwe.    
Ev roman, romana nifşekî xweşbîn û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya têr û tije ye. Nivîskar bi zimanekî sade û Serhedî ev berhem kiriye panoramaya dewrekê û diyarî nifşên nû kiriye.

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    11 / 2024
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Sayfa sayısı
    184
  • Ağırlık
    184
  • Boyutlar
    13.5 x 21
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
    Türkiye /
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9786257383226
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç