Kitap Hakkında

Bavê Nazê, di Xewna Bi Hêvî de, demûçaxa qirkirina Ermenan wekî dema esasî dike romana xwe. Û di vê demê de, qilopilo û fenekiyên dewleta Osmanî ku dixwaze hemû Kurdan, bi taybetî yên li herêma Cizîra Botan di vê qirkirinê de çalak bike, ji hêlekê ve dixe mijara romana xwe. Ji hêla din ve jî, hin axa, beg, serokeşîr û mîrên ku hişyar in di warê fenekîyên Osmanîyan de û naxwazin bibin leşkerê ‘Siwarên Hemidîyê’ û ‘Kirîv’ ên xwe bikujin. Û li hember vê xweragirîya mîr û serokeşîrên Kurdan, hewldanên dewleta Osmanî ku ji bo pêkanîna mebesta xwe, li ser dînê Îslamê dixwaze poç û serê serok û giregirên Kurdan li hev bixe.

Û Qedrîyaya ku wekî jina duyem çûye ba ‘Egîd axa û ji bo ku jê zarok jê re çêbibe û li hember ‘Egîd axa, ‘rûmeta’ jintîya xwe xelas bike, berê xwe dide kanîyeke din û xwe pê dide avdan; û dawîya wê û ya pitikê wê yê trajîk. Û digel wê jî, çîroka evîna mirzanekirî ya keça axa Sêvê û Hosta Rezo tê (ve)gotin.

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    12 / 2020
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Sayfa sayısı
    112
  • Ağırlık
    112
  • Boyutlar
    14 x 20
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9786057535504
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç